Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî eşkere kir ku divê gelê me piştgiriya xwe bi QSD’ re bidomîne û hêzên me amade ne berisva êrişan bidin.
Zêdan El-Asî diyar kir ku ji destpêka krîza Sûriyê ve dewleta Tirk a dagirker gefên xwe li ser Sûriyê bi giştî zêde dike û got:
“Dewleta Tirk dixwaze bi hemû awayên leşkerî, aborî û siyasî projeya Rêveberiya Xweser û aramiya herêmê têk bibe .
Armanca gefên dewleta Tirk ew e ku deverên nû dagir bike.”
El-Asî da zanîn ku Gefên dewleta Tirk di mercên dijwar de têne xwarin Nemaze li gel belavbûna di civaka navneteweyî de.
Dawiyê El-Asî ev peyam da :
Em xwe dispêrin gelê xwe yê ku li kêleka QSD’ê sekiniye, hêzên me jî amade ne bersiva gef û êrişan bidin.