Duh jî weke her rojê herêm rastî êrişan hat .
Artêşa Tirk gundekî Şehbayê topbaran kir .
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh bi şev gundê Şeala yê Şehbayê topbaran kir .
Dagirkeran danê êvarî jî gundê Um Hoş û Til Qirah ên girêdayî kantona Şehbayê topbaran kirin.
Ev demeke dewleta tirk bi dijwarî êrişî herêmê dike .
Li pêş çavên cîhanê tevî, êriş tên kirin û her sûcî pêk tîne.
Di van êrişan de kesên dibin qurban sivîlin.