Kurde Omer: Ti hincet ji êrişan re nayê qebûlkirin

Parlementera Iraqê Kurde Omer derbarê êrişên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê û herî dawî bombebaranên li Germiyan, Axceler û cihên din û şehîdxistina welatiyan axivî û got: “Divê sinorek li pêş van êrişan were danîn.”

Parlementera Iraqê Kurde Omer derbarê êrişên dewleta Tirk de ji Rojnews re axivî.

Kurde Omer diyar kir ku êrişkirina ser Başûrê Kurdistanê û şehîdxistina welatiyan kareke ne mirovane ye û got: “Em van êrişan şermezar dikin.

Pêwîste welatên cîran rêzê ji xaka Herêma Kurdistanê û serweriya welat re bigrin.”

Parlementera Iraqê Kurde Omer balkişand ser êrişên dewleta Tirk a Germiyan, Axceler û cihên din û şehîdxistina welatiyan û wiha domand: “Tu bihaneyeke dewleta Tirk tune ku van bombebaranan pêk tîne. Divê di dema nû ya parlementoyê de em bikarin li nav parlementoya Iraqê li dijî van êrişan yekdengiyekê çêkin.

Divê sinorek li pêş van êrişan were danîn.”

Back to top button