165 Rewşenbîr û rêxistinên Ereb banga rawestandina êrişan kirin

165 rewşenbîr û rêxistinên Ereban derbarê gef û êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û rojhilatê Sûriyê daxuyaniyeke dan. Di daxuyaniyê de bang li welatên Ereb û NY hat kirin ku li hember êrişên Tirkiyê helwestê nîşan bidin.

165 hiqûqnas, rojnamevan, aktîvîst, nivîskar, partî, rêxistin, komele û kesayetên serbixwe yên Ereb têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro li Misrê daxuyaniyek dan..

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û Erebî hat kirin ku sînorekî ji gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re deynin û hat gotin:

“Rê li pêşiya operasyona leşkerî ya muhtemel bigrin, ew ê karesateke civakî û mirovî pêk were. Dewleta Tirk gefê li herêmeke ku derdora 2 milyon û nîv kes bi etnîk û baweriyên cûda, ji Kurd, Ereb, Suryan, Asur, Çeçan, Ermen û Tirkmen lê dijîn dixwe..”

Kesayetên li ser daxuyaniyê îmze kirine têkildarî koçberiya bi milyonan jî fikarên xwe anîn ziman û gotin:

“Operasyonên muhtemel wê niştecihên resen qir bike û kar û xebata têkoşîna li dijî DAIŞ`ê lawaz bike.

Bi vê re jî li hundir û derveyî Sûriyê bi milyonan kesî bide koçberkirin û wê rê li ber bê aramiyê veke.”

Rêxistin û kesayetên Ereb di daxuyaniyê de banga rawestandina êrîşên li dijî Sûriyê kirin û ev yek hat diyarkirin:

“Bi diyalogê û li ser bingeha biryara NY ya 2254 ku îşaretê bi agirbestê û çareserkirina aloziya Sûriyê dike, em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku êrîşên Tirkiyê yên li dijî Sûriyê rawestîne.

Her wiha bang li komkara Dewletên Ereb jî dikin komîteyekê ava bikin da ku binpêkirin û sûcên Enqereyê ji aliyên peywendîdar re ragihîne.”

Back to top button