Zelensky: Rûsya bi dijwarî li herêma Donbasê dide

Serokê Ukraynayê Zelensky ragihand ku rewşa hêzên wan li herêma Donbasê xerab e û got;Artêşa Rûsyayê ji ezman û bejahî êrişên xwe dijwar kirine. Eger welatên Rojavayî di zûtirîn dem de çekên pêwîst neşînin Ukrayna, wê ev herêm ji dest me biçe.

Li Rojhilatê Ukraynayê serweriya hêzên Rûs zêde dibe.

Bi taybet jî li derdora herêmên Luhansk û Dontskê.

Serokê Ukrayna Zelensky vê sibê peyamek weşand û rewşa li van deveran weke xerab binav kir.

Zelensky anî ziman ku Rûsya bi êrişên balafir û topxaneyan hewl dide herêma Donbas bi temamî wêran bike û got:

Eger hevalbendên Kiyevê lezê nedin şandina çekên pêwîst, wê Mosko bighêje armancên xwe.

Şêwermendê seork-dewlet Oleksiy Aristovich (Oleksî Arîstovîç) jî hişyar kir hewldana kontrolkirina bajarên herêma Luhanskê ber bi encameke kambax ve diçe.

Back to top button