Li Efxanistanê..Xebatên rizgarkirina kesên di bin xirbeyan de dewam dikin

Li Efxanistanê ji ber erdhejê, herî kêm hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.Ji ber gelek mirov hê jî di binê xirbeyan de ne, fikar hene ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Doh li herêma sînor a di navbera Efxanistan û Pakistanê de, erdheja bi hêza 6.1 pêk hat.

Erdhejê herî zêde bandor li Wîlayeta Paktîka kir.

Berpirsê Ragihandinê li Efxanistanê Mihemed Emîn Hezîfe eşkere kir ku heta niha hejmara miriyan ji hezarî derbas bûye.

Her wiha bêtirî hezar û 500 birîndar jî hene.

Hezîfe anî ziman ku bi xebatên rizgarkirinê re ev hejmar her diçe zêde dibe û got,

Hê jî gelek mirov di bin xirbeyan de ne.

Emîn Hezîfe diyar kir ku erdheja dawî ya herî dijwar bû û got,

Li herêmê hemû xaniyên welatiyan hilweşiyan.

Vê gavê pirsgirêkên peydakirina xwarin û avê zêde ne û eger alîkariya lezgîn neyê kirin wê rewş xerab bibe.

Kordînatorê Karên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî Ramiz Akbarov jî ragihand ku derdora 2 hezar mal hilweşiyan e û got;

Ji ber kêmbûna derferan, xebatên rizgarkirinê pir dereng birêve diçin.

Li aliyê din Sekreterê Neteweyên Yekbûyî, Antonio Guterres jî bang li hêzên cîhanî kir da ku destê alîkariyê dirêjî malbatên Efxanistanê bikin.

Back to top button