Li navçeya Amedê gerîlla bersiv da êrişan, kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene

Artêşa Tirk doh li bejahiya navçeya Amedê Licê tevgereke leşkerî destpêkir.

Yekîniyeke gerîlla li hêzên artêşa Tirk dan.

Wezareta Karê Hundir îdîa kir ku di şer de tenê 2 leşkerên wan ên bi pau hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Heta niha têkildarî encamê, HPG’ê ti daxuyanî nedaye.

Li bejahiya navçeya Amedê Licê, doh artêşa Tirk dest bi tevgereke nû ya dagirkeriyê kir.

Li herêma çiyayî ya taxa Zerra, gerîlla bersiv dan êrişên artêşa Tirk û di encamê de şerekî giran rû da.

Li gorî çavkaniyên herêmî, gelek kuştî û birîndarên artêşa Tirk hene.

Lê Wezareta Karê Hundir a Tirk îdîa kir ku tenê 2 çawişên wan ên pispor hatine kuştin û yek jî birîndar bûye.

Şerê li herêmê dewam dike.

Heta niha Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama şer de ti agahî bi raya giştî re parve nekiriye.

Back to top button