Li başûrê Çînê lehiyên mezin radibin

Li hin herêmên li başûrê Çînê lehiyên mezin radibin.
Ji ber barîna zêde, rabûna ava rûbaran gihîştiye asta herî bilind a sedsala dawîn.
Li eyaleta Assam ya Hindistanê jimara miriyan ji 100’î derbas kir.

Welatên Asya bi baranek dijwar re rûbirû maye.

Tejaneya Rûbarê Incî ku bajarên mezin Canton û Shenzen ên li ser parêzgeha Gûandongê yên gelek şirketên mezin ên teknolojiyê lê ne rû bi rûyê rîskeke zêde ye.

Li vê tejaneyê gelek bajarên qerebalix hene.

Ji cihên herî pir jê bi bandor bûn bi sed hezaran kes hatin derxistin.

Wezareta Çavkaniyên Avê, ji bo Tejaneya Rûbarê Inciyê alarma bobelata lehiyan a herî mezin da.

Li hin herêman av ji berê bêhtir rabûye.

Li gor hin dîmenên Shagouan ê bajarê navendî yê parêzgeha Cantonê mirov dibîne ku erebe bi temamî di bin avê de mane.

Dikan û avahî dibin ava bi herî de man.

Li Fîjûana rojhilat û Gûanxî ya başûrê Çînê jî, vê meha Hezîranê ji berê bêhtir şilî bariya.

Jixwe dawiya biharê û serê havînê lehî radibe, lê ji ber guherîna rewşa avhewayê ya salên dawîn lehî zêde pêk tên.

Li eyaleta Assam a Hindistanê jimara kesên mirin ji 100’î derbas kir

Li eyaleta Assam a bakurê rojhilatê Hindistanê bandorê ziyaneke mezin li welatiyan kiriye.

Di 24 saetên dawîn de, ji ber lehiyê 12 kesên din mirin.

Rayedarên eyaletê diyar kirin ku ji 6’ê Nîsanê ve hejmara kesên ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dane, bi mirina herî dawî 100’î derbas kiriye.

Rayedaran diyar kirin ku di nav miriyan de 4 zarok hene.

Rayedarên karesatê yên eyaletê ragihand ku li 32 wîlayetan bêtirî 5 milyon kes ji ber lehiyê bandor bûne.

Bêtirî 271 hezar kesên ji lehiyê bandor bûne xwe li kampên alîkariyê girtin e.

Baranên mûsonê ku di mehên Hezîran-Îlonê de li Asyaya Başûr bi bandor in, her sal bi taybetî li Hindistanê dibe sedema felaketên xwezayî û qezayên mezin.

Back to top button