Hikumeta Alman asta alarma gazê çalak kir

Hikumeta Alman, ji ber krîza gaza Rûs di çarçoveya plana rewşa lezgîn de ‘asta alarmê’ çalak kir.

Almanya, piştî ku gaza ji lûleya gazê ya Herka Bakur ji Moskowayê werdigire ji sedî 60 kêm kir, plana rewşa lezgîn di ‘asta hişyarkirinê’ de çalak kir.

Wezîrê Aboriyê Robert Habeck got,

“Em di nava krîzeke gazê de ne.

Gaz êdî çavkaniyeke kêm e.”

Habeck civîna çapemeniyê lidar xist û anî ziman ku hikumet di vê çarçoveyê de li hemberî buhayê bilind wê karibe piştgiriyê bide aktorên bazarê.

Kompaniya enerjiyê ya rûsî Gazprom hefteya borî bi hinceta pirsgirêkên teknîkî gaza xwezayî ya ku bi rêya xeta boriya Nord Stream ji Almanyayê re dişîne ji sedî 60 kêm kir.

Weke gelek welatên Ewropayê, Almanya jî di warê peydakirina hewcedariyên xwe yên gaza xwezayî de, girêdayî çavkaniyên enerjiyê yên Rûsyayê ye.

Almanyaya ku beriya şerê Ûkraynayê ji sedî 55’ê hewcedariya xwe ya gaza xwezayî ji Rûsyayê peyda dikir, ji bo ku girêdayîbûna xwe ya bi gaza Rûsyayê kêm bike bi serî li çavkaniyên alternatîf ve ev rêje daxist ji sedî 35’an.

Rêjeya dagirkirina tesîsên depokirina gaza xwezayî li Almanyayê niha ji sedî 58’e.

Hikûmeta Almanyayê armanc dike ku heta zivistanê vê rêjeyê ji sedî 90 zêde bike.

Back to top button