Kongra Star bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Helincê bi bîr anî

Koordînasyona Kongra Star di salvegera 2’emîn de şehîdên komkujiya Helincê bi bîr anî. Kongra Star bang kir ku 23’ê Hezîranê wek roja têkoşîna li hember komkujiyên li dijî jinan were diyarkirin.

Di 23’yê Hezîrana 2020’an li gundê Helincê yê Kobanê komkujiyeke pêk hat.

Di encamê de 3 jinên siyasetmedar û pêşeng Zehra Berkel, Hebûn Melle Xelîl û Emîne Weysî şehîd bûn.

Di salvegera 2’emîn a komkujiya Helincê de Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Kongra Star şehîdên Komkujiya Helincê û Kobanê tevahî şehîdên meha Hezîranê bi bir anîn û soza şopandina rêya wan da.

Kongra Star diyar kir ku armanca wan têk birina sistema desthilatdar a jinê hedef nîşan dide û rêxistinkirina vîna jinê ye û got: “Bi kuştin û hedefgirtina siyasetmedar, rojnamevan, aktîvîst û jinên gerîlla yên ku li gelek welatên cîhanê pêşengiya têkoşîna azadiya civakî dikin, vê armancê nîşan da.

Serdestiya mêr û zîhniyeta dewletê li hemberî helwesta jinê bi taybet ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye avakirin, komkujî û êrişên hovane pêk tîne.

Mînaka vê ya herî berbiçav jî komkujiya Helince ya 23’yê Hezîrana 2020’an e.

Kongra Star da zanîn ku ew êrişên ku li dijî vîna wan ya siyasî û rêxistinkirî pêk hatin ji bîr nakin û wiha anî ziman:

Heta ku armancên heval û jinan, yên di van êrişan de şehîd bûne û xeyalên wan ên welatekî azad û demokratîk pêk neyê, em ê têkoşîna xwe bidomînin.

Li ser vê bingehê bi soza ku em ê layiqî berxwedana sedsala 21’an û dîroka Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyê bin ku eniyeke xurt a şoreşa jinê ye.

Back to top button