Şêniyên Kobanê ji bo şermezarkirina komkujiya Helincê meşek li darxistin

Şêniyên Kobanê bi meşekê komkujiya Helincê şermezar kir û şehîdên komkujiyê bibîranîn. Her wiha Kongra Star a bajarê Qamişlo her sê jinên têkoşer bi bîr anîn.

Dewleta Tirk 23’ê Hezîrana 2020’an, sûcekî din li dîroka sûcên xwe zêde kir..

Tirkiyeya dagirker bi balafireke bê mirov gundê Helincê yê Kobanê bobebaran kir.

Di vê êrişê de, Endama Rêverberiya Kongra Star Hebûn Mele Xelîl, Endama koordînasyona Kongra Star a herêma Firatê Zehra Berkel û jina welatparêz Emîna Weysî hatin şehîdxisitn.

Di salvegera komkujiyê de, gelên herêma Firatê her sê şehîdên bi bîr anîn û careke din hêrsa xwe li dijî komkujiyê nîşan dan.

Şêniyan bi dirûşma ‘Kuştina jinê, xiyaneta li jiyanê ye’ daketin qadan.

Girseya jinan berê xwe da cihê komkujiyê û li vir hêrsa xwe nîşan dan.

Back to top button