Bi sedan kesî li Reqa û Kobanê serdana konê sersaxiyê ji bo şehîd Ferhad Dêrik kir

Li Kobanê û Reqayê, konên sersaxiyê yên ji bo şehîd Ferhad Dêrik, ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatin vedan. Di axaftinên li konê sersaxiyê hatin kirin de, soza şopandina riya şehîd Ferhad hat dayîn û bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê hat kirin ku, helwestê nîşan bidin.

Ji bo yek ji damezrînerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Şehîd Ferhad Şiblî ku di 17’ê Hezîranê de li Başûrê Kurdistanê di êrîşeke bi balafireke bê mirov a dewleta Tirk de şehîd bû, rêveberiya xweser a Kobanê, konê sersaxiyê veda.

Bi dehan şêniyên herêma Firatê, rûspiyên eşîrên Ereb û Kurd û nûnerên partiyên siyasî serdana kon kirin.

Di axaftinên ku li bin konê sersaxiyê hatin kirin de, şehîd Ferhad Şiblî hat bîranîn û bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê hat kirin ku, li hemberî vê êrîşê helwesta xwe nîşan bidin û wiha hat gotin:

“Armanca dewleta Tirk ew e ku projeya me ya demokratîk têk bibe, ji ber vê yekê jî stûnên Rêveberiya Xweser dike armanc. Ji Başûrê Kudistanê jî dihat xwestin ku sivîlên li ser axa xwe biparêze.”

Back to top button