ÇETEYÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER DU SIVÎL REVANDIN Û HEZAR Û 500 L.S FIDYE XWEST

Li Efrînê Revandina sivîlan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve bûye karekî rojane.

Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker bi ser gundê Arebo yê navçeya Mabatayê de girtin û 2 sivîl revandin.

MIX

Çavkaniyên herêmî ji Efrînê ragihandin ku çeteyên dewleta tirk ku navê Polîsên Leşkerî li xwe kirine bi ser gundê Arebo yê navçeya Mabatayê de girtin.

Çeteyan di serdegirtinê de du sivîl revandin û birin cihekî nediyar.

Piştî revandina wan, ji bo serbestberdana wan çeteyan 150,000 hezar L.S ji malbatên wan xwestin.

Navê sivîlên ku hatin revandin wiha ne:

Mihemed Ehmed Mistefa WÊNE .

Nesret Entabî.

Leave a Reply

Back to top button