FILMÇÊKERA ALMAN WÊ BI HINCETA ALA YPJ’Ê CAREKE DIN BÊ DARIZANDIN

Şervanên YPG û YPJ’ê cîhan ji terora hovane ya DAIŞ’ê xelas kir. Ev berxwedaniya şervanan li cihanê deng veda. Lê hîna jî nihek welat ji ber berjewendiyên xwe vê têkoşînê ji nedîtî ve tên. Bi taybet jî Almaya. Parvekirina alên YPG/YPJ’ê li medya civakî jî dibe sedema lêpirsîn û darizandinê.

Yek ji kesên ku sala 2017’an ji ber ala YPJ’ê li ser Facebookê parve kirbu lêpirsîn lê hate vekirin derhîner Uli Bez e ku li bajarê Munchenê ye.

Uli Bez bi îdîaya “Propaganda PKK a qedexekirî, kiriye” hate darizandin.

Dadgeha Rêveberiyê ya Munchenê Nîsana bihurî biryara beraatê dabûye.

Lê belê dozgeriya Munchenê li dijî biryara beraatê derket û biryar bir ber destê dadgeha eyaletê.

Li ser daxwaza dozgeriyê wê derhêner a Alman Bez 15’ê Tîrmehê careke din derkeve pêşberî dadger.

Bez nerazîbûn nîşanî biryara dozger da û got:

Bi darizandinên wiha re azadiya fikir tê binpêkirin.

Her wiha dixwazin kesên ku piştgiriyê didin Rojava bitirsînin.

Dozgerên ku bi hinceta alên YPG/YPJ’ê lêpirsînê vedikin li ser şopa rejîma Tirk a belavker e.

Derhêner a Alman di darizandina beriya niha de jî daxuyanî dabû û diyar kiribû, eger dadgeh cezayê pere lê bibire wê pere nede û gotibû:

“Min dixin girtîgehê bila min bixin girtîgehê, eger pêwîst bike ez ê vî cezayî li girtîgehê derbas bikim.”

Leave a Reply

Back to top button