Ciwanên Minbic û herêma Firatê li dijî dagirkeriyê meşiyan

Meclisa MPartiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşmeya “Li dijî xiyaet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” meşek li dar xist.

Di meşê de ala Partiya Sûriya Pêşerojê hate hildan û dirûşmeyên banga yekitiya Sûriyê hatin berzkirin.

Meş ji çerxerêya Xebatkarê Paqijiyê ya rojavayê bajar dest pê kir û ber bi navenda ciwanan ve çû.

Li wir meş veguherî mitîngê.

Di mitîngê de Berdevkê Meclisa Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Elî Mihemed axivî.

Mihemed Elî diyar kir ku her kes di ferqa planên dagirkeriya dewleta Tirk de ye û ev peyam da: ” Emê bi yekîtiya xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin, îro amadebûna hemû ciwanên pêkhateyên herêmê jî nîşaneya vê yekîtiyê ye.”

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelên azadîxwaz bi dawî bû.

Back to top button