Desteya Rêveber a Şengalê Şehîd Ferhad Şiblî bi bîr anî

Desteya Rêveber a Şengalê bi daxuyaniyeke nivîskî Şehîd Ferhad Şiblî û hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bibîr anîn.

Di daxuyaniyê de behsa têkoşîna şehîd Ferhad a ji bo gelê Kurd hate kirin û hat gotin keda şehîd Ferhad ya ku li Rojava pêş ket, şaxê xwe veda heya Şengalê.

Desteya Rêveber a Şengalê diyar kir ku pêşengên ji bo civakên bindest kar dikin ji aliyê dewletên serdest ve tên armancgirtin û wiha hat gotin:

”Dewletên dagirker ên ku li dijî pêşengên şoreşê êrişan pêk tînin, dixwazin civakên li pey mafê xwe yê azadiyê, bêdeng bikin.

Lê belê gel gihiştiye wê astê ku têkoşîna pêşengên xwe bi biryar bidomîne.”

Dawiyê Desteya Rêveber a Şengalê sersaxî ji malbata berxwedêr a şehîd Ferhad Şiblî û tevahî gelê Kurd re xwest.

Back to top button