LI MECLISA FRANSAYÊ ROLA KURDAN A LI SÛRIYÊ HAT NÎQAŞKIRIN

Yek ji lîderên çepgiriya Fransayê li Meclisa Fransayê bal kişand ser girîngiya tevlîbûna Kurdan di konferansên derbarê avabûna Sûriyê de. Lîder Jean-Luc diyar kir ku ji bilî çeteyên DAIŞ’ê hêza ku aramiya herêmê têk dibe Tirkiyê ye.
Her wiha dest nîşan kir ku bi hevkariy hêzên weke wan dikare li bakûr û rojhilatê Sûrî dadgeheke navnetewî were avakirin û çeteyên DAIŞ’ê werin darizandin.

Lîderê Tevgera Fransa ya Serînatewîne û parlamenter  Jean-Luc Melenchon di Komîsyona Karên Derve ya Meclisa Neteweyî ya Fransayê de axivî û bal kişand ser rola Kurdan a di paşeroja Sûriyê de.

Jean-Luc Melenchon bal kişand ser girîngiya tevlîbûna Kurdan di konferansên derbarê avakirina Sûriyê de.

Melenchon metirsiya Tirkiyê ya li Efrînê û herêmên din ên Sûriyê yên dagirkirî bi bîr xist û got:

Em naxwazin Sûriye parçe bibe, lê belê em dixwazin Kurd bibin xwedî sîstemeke federal.

Tirkiye li dijî vê yekê derdikeve.

Ji bilî çeteyên DAÎŞ’ê hêza ku li herêmê aramiyê têk dibe Tirkiyê ye.

MELENCHON: BI ALÎKARIYA ME DIKARIN LI BAKÛRÊ SÛRÎ DADGEHA DARIZANDINA DAIŞ’Ê AVA BIKIN

Jean-Luc Melenchon li ser mijara darizandina çeteyên hemwelatiyên Fransayê ku li Sûriye û Iraqê hatine girtin jî diyar kir ku divê çete li cihê ku sûc kirine bên darizandin.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî ne di bin kontrola rejîma Sûriyê de ye.

Hêzên herêmî ku xwedî asta têkbirina dijmin û parastina herêmê ne, bi alîkariya me dikarin dadgehên bi wê armancê ava bikin.

Lîderê Tevgera Fransa ya Serînatewîne û parlamenter  Jean-Luc Melenchon dazanîn ku tirkiye bi îdiayên bê bingeh yên li ser gelê kurd dixwaze hevkariya welatên cihanê ji bo gelê kurd rawestîne.

Leave a Reply

Back to top button