Dadgeha Bilind: Mafê her welatiyekê ye ku çekan hilgire

Li Amerîkayê, Dadgeha Bilind rêziknameya qanûnî ya girtina çekan zehmet dike, neqanûnî dît.
Dadgehê got:”Mafê her welatiyekî Amerîkî ye ku ji bo xweparastinê çek hilgire.”
Li nava welat ev biryar bû sedema bertekên tund.

Beriya mehekê li dibistaneke eyaletya Teksas a DYA êrişek biçek li dijî dibistaneke zarokan pêk hatibû.

Di encamê de, 19 zarok û 2 mamosta hatibûn kuştin.

Piştî vê yekê careke din li welat zagonên tundkirina çekên niv-otomatîk ket rojevê.

Lê Dadgeha Bilind ev biryar neqanûnî dibîne.

Dadgeha Bilind tundkirina qanûna çekan a li eyaleta New Yorkê bi dengên 6 dadweran red kir.

Dadgehê biryar da ku “mafê” her hemwelatiyek Amerîkî ye ku çekek ji bo xweparastinê li cihên giştî hilgire.

Rêziknameya ku li eyaleta New Yorkê hatî pejirandin ji bo bidestxistina destûrnameyek çekan belgeyeke taybetî ya xweparastinê pêwist dike.

Dadgeha Bilind biryar da ku ev rêzikname du xalên zêde yên destûrê binpê dike.

Rêziknameyên bi vî rengî li eyaletên din yên wek Kaliforniy û derveyî New Yorkê hatin danîn.

Biden: Biryar bêhêvîbûnek mezin ava kir

Dema ku lobiya çekan Yekîtiya Çekên Neteweyî (NRA) ya li Amerîka bandorek xwe ya zêde heye ji biryarê keyfxweş bû, Serokê DYA Joe Biden biryara Dadgeha Bilind weke “bêhêvîbûnek mezin” binav kir.

Joe Biden di dema kampanyaya xwe ya hilbijartinê de soza firotina çekên ferdî ji kesên taybet re bi tevahî qedexe bike dabû.

Biden got,

“Ev biryar hem hişê mirovî yê saxlem û hem jî qanûna bingehîn berovajî dike.

Dijberiya çekan li ber Dadgeha Bilind hat protestokirin.

Bêtirî 200 mîlyon çek di nav du deh salên borî de, derbasî nava bazara DYA hatine kirin.

Li welat bi salan e hejmara kuştin, êrîşên komî û xwekuştinê zêde dibe.

Tenê di sala 2020’an de, 45 hezar û 222 welatiyên Amerîkî bi çekan hatin kuştin.

Back to top button