HPG: Li Amed, Xakurkê û Metîna 11 leşkerên Tirk hatin kuştin

Bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê ji bo silavdayîna 30’ê Hezîranê roja fedayîtiyê çalakî hatin lidarxistin.
HPG’ê ragihand li Amed, Xakurkê û Metîna di encama çalakiyan de yek jê payebilind 11 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û 2 çeper jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir hêzên gerîla bi pêşengiya tîmên gerok yên YJA Starê bi armanca silavkirina 30’ê Hezîranê roja fedayîtiyê çalakî lidarxistin û ev agahî parve kir:

  • Li Herêma Amedê

16’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li dijî qadên Apê Mûsa û Şehîd Kawa yên girêdayî Licê a Amedê operasyona hemwext pêk anîn.

Li qada Apê Mûsa di navbera 2 hevrêyên me û dagirkeran de şer qewimî. Her du hevrêyên me bi saetan bi dagirkeran re şer kirin û li vê derê herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin û yek jî birîndar bû.

Her du hevrêyên me ku heta guleya xwe ya dawî bi lehengî şer kirin û gelek dagirker cezakirin, ji bo ku nekevin destê dijmin bombeyên li ser xwe teqandin û bi fedayîtî şehîd bûn.”

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li Herêma Xakurkê;

18’ê Hezîranê bi çekên giran li hêzên dagirker ên li Girê Kordînê hat xistin, 2 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker birîndar bûn.

22’ê Hezîranê Tîmên Gerok yên hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Şahan xistin. Li vê derê jî çeperek û kamerayeke mobesse hatin rûxandin û 2 dagirker hatin cezakirin.

23’ê Hezîranê jî Tîmên Gerok yên YJA Starê li Girê Şehîd Derwêş bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de jî çeperek hat rûxandin û 3 dagirker hatin cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şehîd Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de li Metîna;

23’ê Hezîranê li Girê FM tîmên me yên gerok bi şêwaza sekvaniyê li dagirkeran xistin. Di encamê de yek jê payebilind 2 dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand 22, 23 û 24’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker 4 caran bi teqemeniyan, 26 caran bi helîkopteran û 15 caran jî bi balafirên şer qadên berxwedanê yên gerîla bombebarankirin.

Back to top button