Li Almanyayê alrma gaza xwezayî.. dibe ku navendên pîşezasiyê bêne girtin

Almanya xwe li gorî aloziya gaza xwezaî amade dike. Êdî wisa lê hatiye ku metirsî heye gelek navendên pîşesaziyê werin girtin.

Roja Pênşemê piştî ku herikîna gaza xwezayî ya Rûs hate qutkirin, li Almanyayê rewşa larmê hat ragihandin.

Tevî asta alarmê jî rewş li Almanyayê vê gavê weke îdare tê binavkirin.

Lê eger qutbûna herikîna gaza xwezayî dewam bike, wê rewş pir aloz bibe.

Lewma Wezîrê Aboriyê yê welat Robert Habeck eşkere ku ew bi rewşa kirîzê re rû bi rûne.

Habeck diyar kir ku eger wisa dewam bike, dibe li qada pîşesaziyê hin navend werin girtin.

Di rewşeke wiha de wê hilberîn bê rawestandin û hejmareke zêde a mirovan ji kar bê derxistin.

Wezîrê Alman rawestandina hwerikîna gaza xwezayî, weke siyaseta Pûtîn a perçekirina Almanyayê binav kir.

Back to top button