Enternasyonalîst ji bo azadiya Rêber Apo tevlî Nobetê bûn

Nobeta Azadiyê a ji bo Rêber Apo ku li bajarê Strasbourgê hatiye destpêkirin 10 sal li pey xwe hişt.
Enternasyonalîstan Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê wergirtin û xwestin Rêber Apo azad bibe.

Kurd û dostên xwe ên li Ewropayê ji bo azadiya Rêber Apo û ji bo şikandina tecrîdê li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest bi Nobeta Azadiyê kiribûn.

Çalakiya Nobetê 10 salên xwe tijî kir.

Li qada di navbera Konseya Ewropayê, Parlementoya Ewropayê, Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de nobet dewam dike.

Di hefteya 523’an a çalakiyê de komeke enternasyonalîst çalakî dewr girt.

Yek ji çalakgeran Matthîas Camîlle diyar kir ew ji Parîsê hatiye û li hemberî êşkenceya li ser Rêber Apo tevlî Nobetê bûye.

Camîllîe diyar kir Nelson Mandela jî wekî Rêber Apo di bin êşkenceyeke mezin de bû û piştre ji ber zexta navneteweyî hatiye berdan û diyar kir ev tişt dikare ji bo Rêber Apo jî divê pêk were.

Naomî Gûîhard jî diyar kir ji bo piştgiriya kesên ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin ew hatiye Strasboûrgê.

Back to top button