TEV-DEM: Em ê li dijî êrişan berxwedana xwe mezin bikin

Tevgera Civaka Demokratîk-TEV-DEM’ê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a li ser herêmê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya TEV-DEM’ê hat gotin: “Em ê bersiva êrişên ser xaka ne bidin û li ber xwe bidin.” Her wiha bang li sazî û hêzên navnetewî, NY, Yekîtiya Ereban jî hat kirin li dijî êrişan helwesteke zelal nîşan bidin.

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ku aramiya li herêmê dike hedef Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi du zimanan Kurdî û Erebî li Stada Heysem Kiço ya li Qamişloyê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ew ê li dijî êriş û dagirkeriyê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin û bersivê bidin êrişan.

Back to top button