Çeteyên DAIŞ’ê piştî ku li Kobanê têk çû bi alîkariya dewleta Tirk di 25’ê Hezîrana 2015’an de komkujiyeke hovane pêk anî ku di encamê de gelek jin, zarok û sivîl jiyana xwe ji dest dan. 7 sal li ser Komkujiya Kobanê re derbas bûn.
Welatiyên Kobanî qala wê êrişa hovane kirin.
Dewleta Tirk ku dijminahiyeke dîrokî bi gelê Kurd re daniye, çeteyên DAIŞ`ê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û di 15’ê Îlona 2014’an de berê êrişên wan dide Kobanê.
Di wê demê de şervann YPJ’ê û YPG’ê li dijî DAIŞ’ê berxwedaneke dîrokî dan meşandin.
Piştî berxwedana ku 134 rojan, Kobanê di 27`ê Çileya 2015’an de ji çeteyan hat rizgarkirin.
Di nava hestên kêfxweşî û metirsiyê de, çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya dewleta Tirk di 25’ê Hezîranê de êrişî navend û gundewarên Kobanê kirin.
Di vê komkujiyê de, 233 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Di 7’emîn salvegera komkujiyê de, Endama Meclisa Jin a PYD’ê Sara Xelîl axivî.
Sara Xelîl ya bûye şahidê komkujiya Kobanê u heman deme hevjine we ji sehid dikeve , di destpêka axaftina xwe de berxwedana Kobanê bi bîr xist û got: Sara komkujiya hovane ya ku çeteyên DAIŞ’ê bi destê Tirkiyê pêk anî wiha ani ziman.
Komkujî li ber çavê me ye, ew rojek reş e
Dayîka bi navê Sara Hesen Elî ku hevjîna Şehîd Mihemed Hecî Reşo ye wiha behsa roja Komkujiya Kobanê û şehadeta hevjînê xwe kir.
Keç û xwişka şehîd Mehmûd û Nûrî, Helîme jî da zanîn ku Komkujiya Kobanê rojeke tarî bû.
Keça şehîd Îbrahîm û Esmehan, Alcîn Îbrahîm jî diyar kir ku ew roja komkujiyê her tim li ber çavên wa ye, ew roj rojeke reş e.