Li Qamişloyê şehîdên meha Hezîranê hatin bibîranîn

Li Qamişloyê şehîdên meha Hezîranê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîma bîranînê li Goristan Şehîd Delîl Saroxan hate lidarxistin.

Bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de bi navê Kongra Star Rûken Cûdî axivî û şehîdên Komkujiya Helincê bibîranî û got: “Me di vê meha Hezîranê de gelek şehîdên giranbuha dane, ji bo wê ji me tê xwestin em rêka wan bişopînin û doza wan bi ser bixin.”

Paşê endamê Maclisa Malbatê Şehîdan Emran Saroxan li ser bîranîna şehîdan helbest xwend.

Back to top button