Perwa Elî: Helwesta parlamentoyê cihê şermezariyê ye

Parlamenterek berê ya Başûr û Çavdêrê Siyasî Salar Elî dibêjin destilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxûrtiyê.

Parlamentera berê ya Parlamentoya Başûr Perwa Elî derbarê êrişên Tirkiyê li Başûr û hedefgirtina welatiyan got:

”Bêxemiya desthilata Başûr wisa kiriye ku dewletên cîran sînorên welat derbas bikin û destdirêjiyê li serweriya xaka Iraqê bikin.

Helwesta parlamentoya cihê şermezariyê ye, nikare parlamentoyê li ser mijarên nîştîmanî û netewî xwedî helwest bike.”

Salar Elî: Desthilatê Başûr kiriye dergûşa sîxurtiyê

Çavdêrê Siyasî Salar Elî jî dibêje: ”Xelkê Germiyan ji êrişa li dijî Kelarê bi fikar in.

Divê desthilata Başûrê Kurdistanê li hemberî vê bûyerê berpirsyartiya xwe nîşan bide.

Vê desthilatê Başûrê Kurdistanê kiriye dergûşa sîxûrtiyê. Lewma eger pêşî lênegerin, wê xelk li hemberî wan rabe.”

Salar Elî bang li xelkê Germiyan kir ku zextê li desthilatê bikin, heta ku vê sîxûrtiya destnîşan bike.

Back to top button