Rûspiyên Dêrazorê: Li hember êrişên Tirkiyê em bi QSD’ê re ne

Rûspiyên eşîrên rojhilatê Dêrazorê li hember êrişên Tirkiyê piştgiriya xwe bi QSD’ê re teqez kirin.

Ji rûspiyên qebîleya Igêdat, sekretêrê giştî yê Kombûna Eşîrên Bû Kemal Hewas El-Casim dibêje:

“Dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî têk bibe.

Lê li dijî êrişên dewleta Tirk, tevahî eşîrên li herêmê piştgiriyê didin QSD’ê.”

Rûspiyê eşîra El-Merasîma, Zîb Dawud jî êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û ev yek anî ziman:

“Em qebûl nakin ku tu kes aramiya li herêmê têk bibe. Em ê li hember vê çek rakin û bi QSD’ê re bisekinin.”

Zîb Dawud dawiyê bang li NY û rêxistinên mafên mirova kir ku bi lez destwerdanê bikin û êrişan rawestînin.

Back to top button