QSD’ê li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ’ê girt

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê serçeteyekî DAIŞ’ê li gundê Dêman ê Dêrazorê girt.

QSD’ê der barê mijarê de li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek da û tê de ev agahî parve kir:

“Yekîneyên antî-Terorê operasyonek li gundê Dêman ê bajarokê Bisêra yê Dêrazorê li dar xist.

Di operasyonê de serçeteyekî berê yê “DAIŞ’ê” hat girtin.

Wî serçeteyî, endamên şaneyan, bi taybet ên xwekuj, vediguhastin li herêmên Dêrazor û Hesekê.

Û ji bo pêkanîna teqînan li herêmê çekên pêwîst dida wan.

QSD’ê eşkere kir ku di operasyonê de depoyeke çek û teqemenî jî ketin destê şervanan.

Back to top button