Dîmenên çekên kîmyewî yên ku dewleta Tirk bi kar tîne

Ev zêdeyî 2 mehe dewleta dagirker bi her cûre çekên NATOyê ve dixwaze herêmên parastina Medyayê dagir bike. Lê bi berxwedana gerîla ev dagirkerî negîşt armancên xwe. Artêşa dagirker vê carê bikaranîna çekên kîmyewî dixwaze endam bigre. Gerîla dîmenên çekên kîmyewî ku dewleta Tirk li dijî wan bikar aniye parvekir. Li hember vê sûcê hin alî bêdengin. Hin aliyên weke PDK’ê jî maskên gazê ku gerîla xwe pêdiparêze desteser dike.

Dewleta Tirk li herêmên parastina medyayê tevî bikaranîna hemû cûre çekên NATOyê  li dijî gerêla encam nagre û roj bi roj têk diçe.

Ka em rastiya şer bi dengê gerîla bi hevre guhdar bikin.

Dewleta Tirk ji bo pêşî têkçûna xwe bigre li dijî gerîla çekên kîmyewî bikartîne.

Li gor daxuyaniya HPG’ê artêşa dagirker di nav 2 mehan de 779 caran çekên kîmyewî bikaraniye.

Gerîla tîne ziman ku ev çekên kîmyewî dema hatin û çûyînê de aktîf dibe, cil û porên gerîla ve digre, rasterast êrîşî rêyên hilmijînê yên bedenê dikin û mirov bêbêhn dihêle û dikuje.

Di dîmenan de li hember vê sûcê şer wiha behsa berxwedaniya gerîla tê kirin.

Zerbûna golên avê yên biçûk jî yek ji delîlên bikaranîna çekên kîmyewî ne.

Tevî evqas belga saziyên qaşo yên li dijî vê sûcê tevî hemû pangên Rayedarên PKK’ê bêdengin.

Hin aliyên weke PDK’ê jî bêdengî nebes e, gazên ku gerîla ji bo ku xwe li dijî van kîmyasalan biparêze tesdeser dike û vê yekî weke serkeftine tîne ziman.

Back to top button