HEVSEROKÊ DBP’Ê ARSLAN: NÊZÎKATIYA LI BIRÊZ OCALAN WÊ DIYARKER BE

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk DBP’ê Mehmet Arslan peyama Rêber Ocalan û dubarekirian hilbijartina Stenbolê nirxand.
Arslan got: “Pêvajoya ku Tirkiyê ber bi demokratîk-bûnê yan jî krîzê bi dawî bike wê bi nêzîkatiya li Ocalan re diyar bibe.”

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan pêvajoya piştî lawazbûna tecrîdkirina Ocalan û hilbijartina herêmî yên Stenbolê nirxand.

Arslan diyar kir, di cewhera têkoşîna Ocalan de fikrê demokratîkbûnê heye û got,

“Ji ber vê yekê Birêz Ocalan ji sala 1993’an û vir ve ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd timî hewl daye.

Birêz Ocalan çareseriya pirsgirêka Kurd ti carî bi herêmekê ve girê nedaye.

Paradîgma û têgihiştina çareseriyê ya Birêz Ocalan yekalî nîne.

Ji ber vê yekê balê dikişîne ser lihevkirina civakî, aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk.

Ev bang hem li dewletê ye hem jî li siyaseta Kurd e.”

HEVSEROKÊ DBP’Ê ARSLAN:
YÊN DI HILBIJARTINÊ DE RÊ LI BER SERKETIN Û TÊKÇÛNÊ VEKIRIN, KURD IN

Arslan bal kişand ser encamên hilbijartina herêmî ya li Stenbolê û got:

“AKP ya wê peyama Kurdan rast bixwîne û pêşî li demokratîkbûna Tirkiyê veke, ya jî mîna heta niha kir wê li dijî gel û civakê rabe û polîtîkayên kaosê ferz bike. Pêvajoya ku Tirkiyê ber bi demokratîkbûnê ya jî kaosê ve bibe wê bi nêzîkatiya li Birêz Ocalan diyar bibe.

Eger AKP di vê pêvajoyê de pêşî li hevdîtinên malbat û parêzerên Ocalan û Xetên siyasî veke, ev ê were wê wateyê ku AKP dixwaze pêvajoyê rast binirxîne.

Leave a Reply

Back to top button