Li gelek herêman êriş û dagirkeriya Tirkiyê hatin şermezarkirin

Çalakî û nerazbîna gelê herêmê li dijî gef ê êrişên dewleta Tirk a dagirker dewam dike..
Îro jî li herêmê çalakî hebûn û dagirkeriya Tirk hate şermezarkirin.

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê di nava tevgerê de ye.

Rojane li dijî êriş û dagirkeriyê çalakî tên lidarxistin.

Îro jî li gelek herêman çalakî hebûn û daxuyanî hatin dayîn.

​​​​​​​Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê banga derxistina dagirkeriya Tirk ji herêmê kir

Tevgera Ciwanan ya Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqayê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk meşek li dar xist.

Çalakî ji Taxa Yekem a bajêr dest pê kir li qada Navenda Çand û Hunerê veguherî mîtîngê.

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê li vê derê daxuyanî da

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk dixwaze bi vegerandina milyonek penaberên Sûrî û gefên êrişeke nû, demografiya herêmê biguherîne.

Di dawiya daxuyaniyê de banga derxistina artêşa Tirk a dagirker ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin.

Merî Şiblî: Ger dewleta Tirk êriş bike wê rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vebe

Her wiha bi heman armancê Nivîsgeha Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Helebê li dijî êrişan daxuyaniyek da.

Endamê Meclisa Serokatiya MSD’ê Merî Şiblî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ger dewleta Tirk êriş bike wê rê li ber zindîbûyîna DAIŞ’ê vebe û wê ev yek jî xeteriyê li ser Sûriyê û tevahiya cîhanê bike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li raya giştî û navneteweyî hat kirin ku sînorekî ji êrişên dewleta Tirk bê danîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê: Divê cîhan helwestê nîşan bide

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dewleta Tirk bi êrişên xwe yên domdar hewl dide aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.

Her wiha gef û êrişên delweta Tirk û bêdengiya hêzên navnetewî li hemberî êrişan hat şermezar kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de jî bang li civaka navneteweyî, NY û Rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li hemberî êrişên li ser herêmê helwestê nîşan bidin.

Back to top button