Kombûna Jinan a Zenûbya qetilkirina şehîd Ferhad Şiblî şermezar kir

Nerazîbûnên li dijî şehîdxistina Ferhad Dêrik dewam dikin.
Îro jî li herêmê êrişa li dijî Şehîd Ferhad Dêrik bi daxiyanî û çalakiyan hate şermezarkirin.
Hate xwestin ku divê hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê der barê buyerê de lêpirsînê veke û encamê ji raya giştî re eşkere bike.

Nerazîbûn û çalakiyên gelê herêmê a li dijî êrişa ser Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Şehîd Ferhad Dêrik dewam dikin.

Îro jî li herêmê çalakî hebûn û daxwaza lêpirsînê der heqê bûyerê de hat kirin.

Îro kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê li ser êrişê daxuyaniyek da.

Bi dehan endamên Zenûbiya yên nivîsgehên Reqa, Tebqa, Dêrazor û Minbicê tev li daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de şehîdkirina Ferhad Dêrik û 3 hevalên wî hat şermezarkirin.

Her wiha bang li hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê hat kirin ku helwesta xwe li dijî êriş û binpêkirina serweriya Iraqê zelal bikin.

Li Minbicê konê sersaxiyê ji bo şehîd Ferhad Dêrik hate vedan

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Minbicê jî ji bo Şehîd Ferhad Dêrik konê sersaxiyê veda.

Bi sedan endamên Rêveberiyê û saziyan tevî şêniyan serdana kon kirin û sersaxî ji malbata şehîd û rêveberiya Xweesr re xwestin.

Di merasîmê de hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfe Xelo axivî û got:

“Dewleta Tirk bi şehadeta Ferhad Dêrik xwest projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk têk bibe.”

Tê payîn konê sersaxiyê heta sibe bi serdana welatî û saziyan dewam bike.

Back to top button