Şahidên Komkujiyê: Dewleta Tirk bi êrişên xwe dixwaze komkujiyê dubare bike

Hêrsa komkujiya Kobanê bû bingehê berxwedan û hêza têkbirina DAIŞ’ê. Şahidên komkujiya 25’ê Hezîranê ya Kobanê, diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi gef û êrişên xwe dixwaze careke din komkujiyê dûbare bike û gotin: “Tevî hovîtiya wê komkujiyê lê di dilê me de hêz û karîna tehemulkirina zehmetiyan ava kir”.

Buyera komkujiya êvara 25′ Hezîrana 2015’an a li Kobanê di bîra şahidan de ye.

Tevî ku ewqas sal di ser komkujiyê re derbas bûne, bi gefên dewleta Tirk a dagirker re metirsiyên dûbarebûna komkujiyên nû hene.

Şêniyên Kobanê yên şahidên komkujiyê diyar kir ku vê komkujiyê tirs ji dilê wan rakir û êdî ji tiştekî natirsin.

Dayê Meryem Remo diyar kir ku komkujiyê di dilê wan de hêza tehemulkirina zehmetiyan çand.

Gulê Beşar ku yek ji şahidên komkujiyê ye bi bîr xist ku ji taxê bi dehan kes şehîd bûn.

”Heta ku em sax bin em ê vê komkujiyê ji bîr nekin”

Hedle Mihêmîd a ku di komkujiyê de li gel hevjînê xwe 7 mirovên xwe winda dike diyar kir ku divê ev roj tu carî neyê jibîrkirin û hovîtiya ku DAIŞ’ê li Kobanê pêk anî

Back to top button