Di nava hefteyekê de dagirkeran li Efrînê 7 welatî revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava hefteyekê de 7 welatî ku ji wan yek astengdar e, ji Efrînê ya dagirkirî revandin.

Hat ragihandin ku çeteyan 2 welatiyên bi navê Xelîl Ebdo Mihemed ê 32 salî û Mehmûd Hisên Şêxo yê ji gundê Basûtê yê Efrînê revandin.

Her wiha çeteyan 4 welatiyên bi navên Ebdulezîz Betal, Elî Ebdo Ziyad û Cûma Ehmed Elî yên ji gundê Kora yê navçeya Cindirêsê û Ehmed Henan Reşo ku bi navê ‘Ebû Delîl’ tê nasîn ji gundê Şêxûtka yê navçeya Mabetayê revandin.

Li aliyekî din jî çeteyên “Cebhe El-Şamiyê” li navenda Efrînê welatiyê astengdar ê bi navê Cîhad Henîf ê ji gundê Dîkmedaşê ku ji bo dermankirinê diçû Ezazê li navçeya Şera yê revandin.

Heta niha kesên hatine revandin nayê zanîn bê ka çeteyan ew birine kurderê.

Back to top button