LI BAJAROKA HECÎN YA DÊRA ZORÊ 2 ÇETEYÊN DAIŞ’Ê HATIN KUŞTIN

Li herêmên ku di demên dawiyê de şervanên QSD’ê ji çeteyan rizgarkirine şênî keyfxweşin.
Ev keyfxweşiya wan a ji ber rizgarbûna ji çeteyan bi hevkariya xwe ya li gel QSD’ê diyar dikin.
Bi piştevaniya şêniyên bajaroka Hecîn ya Dêra Zorê şervanên QSD’ê 2 çeteyên ku dixwestin êrîşî çeperên şervanan bikin kuştin.

Li gorî agahiyan îro piştî nîvro 2 çeteyên DAIŞ’ê ji çolistana Siwêda û bi rêya herêmên di bin kontrola rêjîmê de derbasî bajaroka Hecîn ya Dêra Zorê bûn û xwestin êrîşî noqteyekî QSD’ê bikin.

Hêzên QSD’ê bi alîkariya şêniyên bajaroka Hecîn hewla çeteyan têk birin.

Piştî şerê navbera hêzên QSD’ê û çeteyan de herdu çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyan di dema êrîşa çeteyan li ser noqeteyê de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

Niha rewşa li bajarok aram e.

Leave a Reply

Back to top button