Cenazeya wê ji bo goristana şehîd Delîl Saroxan hat veguhestin

Weke rêzgirtin ji bo têkoşîna wê, Meclisa Malbatên Şehîdan cenazeya welatparêza bi navê Nofa Îsmaîl Reşo ku dayika 4 şehîdan e ji goristana Hilêliyê veguhestin Goristana Şehîd Delîl Saroxan.

Bi dehan şêniyê bajarê Qamişlo di merasîma veguhestina cenaze de amade bûn.

Nofa Reşo di sala 2015’an de ji ber krîzeke dil di temenê 71 saliya xwede koça dawî kiribû.

Di heman demê de ew dayika 4 şehîdên HPG’ê ye.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Necah Gulo axivî û got:

“Têkoşer Nofa Reşo 4 zarokên xwe da Tevgera Azadiyê û soza dewamkirina berxwedanê da rêber Ocalan.”

Bi navê malbata şehîd Nofa Îsmaîl, Şaha Hesarî jî axivî û got:

“Em soz didin dayika Nofa û rêber Ocalan ku dê vîna me bi hêz bimîne û hemû dê Tevgera Azadiyê li ser şopa dayika Nofa pêş bixin.”

Cenazeya şehîd Nofa bi siloganên silavkirina şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan hat veşartin.

Back to top button