Şehîdên komkujiya Kobanê li ser gorên wan hatin bîranîn

Şehîdên komkujiya 25’ê Hezîranê ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê pêk anîbûn, li ser gorên wan hatin bîranîn.

Bi vê wesîleyê bi sedan şêniyên kantona Kobanê berê xwe dan goristana şehîdên komkujiyê û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

Hevserokê Mûdîriyeta Jîngehê ya herêma Firatê Arif Balî axivî û ev yek got:

“Îro em wan kesên ku bi têkiliyeke giyanî bi xaka xwe ve girêdayî bûn û bûn qurbaniyên terora berpirsên tirk û çeteyên wê bi bîr tînin.

Ji bo careke din komkujî dubare nebe, divê em xwedî li vê xakê derkevin û şerê gel ê şoreşgerî ji xwe re esas bigirin ji bo em serkeftinê misoger bikin. ”

Merasîm bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdên komkujiyê bi dawî bû.

Back to top button