Tenê di nava 6 mehan 25 kes li kampa Holê hatin kuştin .
Li kampê jineke sejêkirî hat dîtin.
Li Kampa Holê ya ku bi hezaran malbatên DAIŞ’î lê diminin û şaneyên DAIŞ’ê ku xwe lê veşartine buyereke din a kuştinê pêk hat.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn jineke sûrî serjêkirî li beşa şeşan a taybet ji bo sûriyan dîtin.
Çavkaniyên ewlehiyê ya kampê anîn ziman ku ew jina hatiye kuştin ji parezgeha Humisê ye.
Û di sala 2003’an de ji dayik bûye.
Di 3 rojan de ev sûcê sêyemîn e ku pêk tê.
Ji destpêka îsal ve derdora 25 kes li kampê hatin kuştin û 14 jî ji ber hewdanên qetilkirinê birîndar bûn.