Mexribê…Ji ber destwerdana polîsan, bi dehan koçber hatin kuştin

Di encama rêwîtiya koçberan a ber bi mirinê ve, trajediyeke nû zêde bû.
Derdora 2 hezar koçberan hewl dan ji aliyê Mexribê ve, derbasî bajarê Afrîkaya Bakur Melîla bibin.
Lê ji ber destwerdana tund a polîsên Spanî, derdora 30 koçberî jiyana xwe ji dest da.

Bajarê Melîla ku beşek ji xaka Mexribê bû,

Piştî ket bin kontrola Spanyayê, sala 1995’an weke herêmeke xweser a girêdayî hikumeta Madrîdê hat binavkirin.

Roja Înê nêzî 2 hezar koçberên Afrîkî, xwestin di ser Mexribê re derbasî vî bajarî bibin.

Lê bi destwerdaneke tund a hêzên Spanî re rû bi rû man.

Yekîtiya Mafê Mirovan a Mexribê eşkere kir ku ji ber êrişa polîsên Spanî, herî kêm 29 koçberan jiyana xwe ji dest daye.

Lê li gorî hin çavkaniyan, ev hejmar zêdetir e.

Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sánchez ev bûyer weke karesat bi nav kir lê ji encamê berpirsiyariya welatê xwe qebûl nekir.

Li gorî Sanchez, a hatî kirin hewldana binpêkirina serweriya Spanyayê û îdîa kir ku mafya bazirganiya mirovan dike û ew ji encamê berpirsiyar in.

Back to top button