Mihemed Xelef: Divê dadgehek ji bo darizanidna çeteyên DAIŞ were avakirin

Siyasetmedar Mihemed Xelef li ser metirsiya kampa Holê hişyarî da û bang li civaka navneteweyî kir ku dadgheke navneteweyî ji bo darizandina wan li herêmê ava bikin. 

Mihemed Xelef anî ziman mabûna dosyaya çeteyên DAIŞ’ê bêyî ku were çareserkirin metirsiyeke mezin li ser tevahî gelan e û got:

“Kampa Holê mîna bombeyekê li ber teqînê ye, nediyar e ev bombe di kîjan kêliyê de wê biteqe.”

Mihemed Xelef da zanîn dewleta Tirk dixwaze çeteyên DAIŞ`ê li herêmê vejîne, da ku Osmaniyeke nû li ser asta Rojhilata Navîn bide avakirin.

Û bang li civata navnetewî kir ku dadgeheke navnetewî ji bo darzandina çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriye ava bike.

Back to top button