Daxwaza wî tenê rawestandina êrişan û vegera li dibistanê ye

Zarokê 10 salî Omer El-Elî ji gundê El Exîbiş ê Til Temirê ye.
Ev gund berî niha bi êrişên DAIŞ’ê û niha jî bi yên Tirkiyê re rûbirû ye.
Van êrişan jî bandor li binesaziya gund û sîstema perwerdeyê ya zarokan kir.
Omer Elî bi dilekî şewitî behsa rojên xwe yên xwendinê dike û dibêje:
“Ditirsim ev êriş wiha bidomin û nekarim xewna xwe ya ku bibim mamoste bi cih bînim.”
Lewma ji cîhanê tenê ev daxwaz kir ku êrişên Tirkiyê bisekinînin.

Li nav kavilên dibistana xwe rûniştiye û bi hesreta rojên xwendinê ye.

Xwendin jî li herêmê bi êrişên DAIŞ’ê û yên dewleta Tirk bandor bû.

Ev Omer El-Elî yê 10 salî ye.

Ji gundê El-Exîbiş ê Til Temirê ye.

Bi hesret li dibistana xwe ya hilweşiyayî dinêre û ji dil dixwaze weke her zarokekî xwendina xwe bidomîne.

Rojane ew tê vî cihî, lê ne dibistan, ne heval û ne jî xwendin.

Ew tenê kavilan li pêşiya xwe dibîne.

Zarokê 10 salî dibêje ez biçûk bûm dema DAIŞ’ê êrişî dibistana min kir.

Ez refa 3 me.

Ez li gundê El-Exîbiş dijîm.

Ev dibistana min bû, lê DAŞ’ê xira kir.

Çend dîwarên vê dibistanê bilind mane, dewleta Tirk dixwaze wan jî hilweşîne.

Ji bo wê jî rojane berê topên xwe dide vî gundî û topbaran dike.

Omer bi dengekî kelegirî dibêje eger êriş dewam bikim ez nikaribim xewna xwe pêk bînin û bibim mamoste.

Rojane li dijî dibistana min êriş hene.

Ji ber wê em nikarin li dibistanê bixwînin.

Roja em diçin jî êriş çêdibin û em dîsa vedigerin malê.

Dayik û bavê min mamoste ne.

Ez jî dixwazim bibim mamoste.

Ma ka ez ê çawa bibim mamoste?

Eger êrişên Tirkiyê ranewestin ez ê nebim mamoste.

Hêviya vî zarokî ji cîhanê tenê ew e êrişên dewleta Tirk werin rawestandin.

Daxwaza min ji cîhanê ew e ku DAIŞ û dewleta Tirk ji vir derxînin ji bo em xwendina xwe dewam bikin.

Ne tenê Omer bi hezaran zarokên herêmê ji ber êrişên Tirkiyê yên rojane nikarin xwendina xwe bidomînin û hêviyên xwe yên mîna xewna Omer bi cih bînin.

Back to top button