Komîteya Rêveber a PKK’ê: Em ê xeyalên yekîtiya Kurdî yên heval helmet pêk bînin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên Meha Hezîranê bi bîr anîn û got:
“Em gel û tevger; 26 sal in xwe li ser Xeta Fedayî ya Zîlan bi rêxistin dikin û di bin fermandariya Zîlan de şer dikin.”
PKK’ê tekez kir ew ê xeyalên yekîtiya netewî ya hevrê Helmet û Ferhad Dêrik pêk bînin û divê gelê Bakur û Rojhilatê Sûrî jî xwedî li mîrateya şehîd Ferhad derkeve. 

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi boneya salvegera şehadeta Diyar Xerîb û Zeynep Kinaci, di şexsê Ferhad Şiblî de hemû şehîdên meha Hezîranê bi bîr anîn.

PKK’ê endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Diyar Xerîb di salvegera 3. a şehadeta wî de jî bi bîr anî û got:

“Hevrê Helmet li dijî komploya navneteweyî ku pêvajoyeke zehmet bû li dora Rêber Apo civiya û heta dawî li ser vê xetê meşiya.

Her tim li refên pêş bû, bi hezaran şoreşger perwerde kirin, ji bo yekîtiya netewî her tim xebat kir û baweriya xwe bi Yektîiya Kurdî anî.”

PKK’ê teqez kir ew ê xewn û xeyalên Şehîd Helmet pêk bînin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê: Em xwe li ser xeta fedayî ya Zîlan bi rêxistin dikin û şer dikin

PKK’ê heval Zîlan ‘Zeynep Kinacî’ jî ku 30 Hezîranê şehîd bû bi bîr anî û ev nirxandin kir.

“Hevrê Zîlan beriya niha bi 26 salan li dijî komplo û xeta xiyanetê rabû, xwe li dora Rêber Apo xist xelekek ji agir û xeta Fedaîtiyê di nav PKK’ê de pêş xist.

Em gel û tevger; 26 sal in xwe li ser Xeta Fedaîtiyê ya Zîlan bi rêxistin dikin û di bin fermandariya Zîlan de şer dikin.

Me serketin hemû li ser vê bingehê bi dest xist.

Niha jî di serî de li Zap, Avaşîn û Metînayê, em şerê gel ê şoreşgerî li çar aliyên Kurdistanê li ser vê xetê dimeşînin.”

PKK’ê da xuyakirin ew ê li ser xeta zîlanan dawî li faşîzma AKP-MHP’ê bînin.

Komîteya Rêveber a PKK’ê: Divê gelê me xwedî li mîrateya şehîd Ferhad derkeve

PKK’ê şehîd Ferhad Dêrik jî bi bîr anî û got gel bi xwedî derketina li şehîdê xwe bersiva pêwîst da dagirkeran û ev bang kir:

“Divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê helwesta xwe xurtir bikin, daîmî bikin, avakirina neteweya demokratîk û parastina li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêhtir bi pêş ve bibin.

Û vê yekê bikin bingeha Sûriya Demokrtîk û tola şehîdxistina Ferhat Dêrik hilînin.”

Back to top button