Bajarê Severodonetsk bi temamî ket bin kontrola Rûsya

Piştî çend hefte ji bombardimanên dijwar, artêşa Rûsya li Rojhilatê Ukraynayê serweriya xwe berfereh dike.

Ukrayna bi fermî eşkere kir ku bajarê Severodonetsk bi temamî ket bin kontrola hêzên Rûs.

Di vê navberê de beriya Civîna G-7’an a li Almanyayê, vê sibê dengê teqînên mezin ji paytext Kievê hat bihîstin.

Şaredarê bajarê Severodonetsk Oleksandr Stryuk (Aleksandr Strûk) ji televizyona Ukraynayê re axivî û got;

Bajarê Severodonetsk bi temamî di bin dagurkeriya Rûsyayê de ye.

Vê gavê hejmareke zêde ji sivîlên bajêr, xwe spartina Kargeha Azotê.

Û hermû rêyên derketinê di bin kontrola hêzên Rûs de ne.

Li aliyê hêzên Rûsyayê ragihand ku pêşdeçûna wan li herêmê dewam dike.

Piştî kontrolkirina Severodonetsk tê payîn ku artêşa Rûsyayê ber bi herêmên Luhansk û Donetskê ve biçe.

Ev herdû navendên pîşesaziyê, deverên herî girîng ên Herêma Donbasê ne.

Dengê teqînên mezin ji paytext Kiev hat bihîstin

Di vê navberê de beriya Civîna G-7’an a li Almanyayê, vê sibê dengê 4 teqînên mezin ji nava paytext Kievê hat bihîstin.

Li gorî ku Ajansa AFP ragihand, yek ji teqînan li nêzî navendeke sivîlan pêk hatiye.

Şaredarê Kievê jî teqîn piştrast kir û got;

Taxên navenda paytextê û herêma Bakur-rojava bûne armanc.

Back to top button