Dewleta Tirk sê mehên din hevdîtina bi Rêber Apo re qedexe kir

Ji Adara 2021’an ve agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Rêber Apo di bin tecrîdeke giran de tê girtin û hemû serlêdanên ji bo hevdîtnê jî tên redkirin.
Eşkere bû ku li Rêber Apo 3 mehên din hevdîtin hatiye qedexekirin.

Tecrîda li ser Rêber Apo her diçe tê giran kirin û tevî hemû serlêdanên parêzer û malbatê jî dewleta Tirk destûrê nade ku hevdîtin pêk were.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ku agahiyên xwe ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wergirtiye, bi hinceta cezayekî nû yê dîsîplînê qedexeya hevdîtinê li Rêber Apo hatiye ferzkirin.

Parêzeran, piştî bidawîbûna qedexeya hevdîtinê ya beriya niha, ji bo ku bi biçin Îmraliyê serlêdaneke nû kirin.

Li girtiyên li Îmraliyê di 3’ê Sibata 2022’an de bi îdîaya cezayê dîsîplînê 3 mehan hevdîtin hatibû qedexekirin.

Piştî ku ev ceza bi dawî bû parêzeran serlêdan kirin û xwestin ku malbat karibin hevdîtinê bikin.

Dadgeriyê 8’ê Hezîranê bersiv da vê daxwazê û bi hinceta “cezayên dîsîplînê hê dewam dikin” serlêdan red kir.

Parêzeran li ser vê yekê di 15’ê Hezîranê de li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê îtiraz kirin.

Di 23’ê Hezîranê de bersiv ji vê serlêdanê re hate dayin.

Dadgehê diyar kir ku di 31’ê Gulanê de ji bo 3 mehan cezayekî nû yê dîsîplînê li Rêber Apo û girtiyên din hatiye birîn û îtiraz red kir.

Parêzerên ku 15 meh in nikarin hevdîtinê bikin, diyar kirin ku bi rêya van cezayan hewl didin ku ji Îmraliyê bêagahî bimînin.

Back to top button