Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê daristanên li devera hirûrê a Metîna dibire

Tevî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a li başûrê Kurdistanê qirkirina xwezaya wê jî dewam dike.
Artêşa Tirk a dagirker bi şîrîkatiya rayedarên PDK’ê daristanên devera gundê Hirûrê ya Berwariyê dibirre.
Har diyar kirin heya niha bi dehan wesayîtên barhilgir darên hatine birrîn derbasê bajarê Şirnexê kirine.

Artêşa Tirk a dagirker ku bi hevkariya PDK’ê êrişî başûrê Kurdistanê dike, xwezaya başûr jî talan û qir dike. Li şûna deverên daristanî yên ku tune dike, li şûna wan jî, bi hevkariya PDK’ê baregeh û binkeyên leşkerî ava dike.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, artêşa Tirk li zozanên Hirûrê yê bi ser Kanî Masî a Metîna baregeheke nû ya leşkerî çêdike û ji bo baregehê jî rêyeke mezin di nava daristanên Hirûrê re çêdike.

Hat ragihandin, baregeha leşkerî ya Tirk kîlometreyek ji gundê Hirûrê dûre û nêzî devera Heres Hidûd e.

Artêşa Tirk ku ji aliyekî ve baregehên leşkerî di bin çavdêriya berpirsên PDK’ê yên Heres Hidûd de li herêmê çêdike, li aliyê din jî bi şîrîkatiya wan bi hezaran darên li herêmê dibire û bazirganiyê pê dike.

Li gorî nûçeyê çavkaniyekî ragihandiye dar birrîn û çêkirina baregehên Tirk a li devera Hirûrê û herêmê hemû bi hevkariya Fermandarê Lîwaya 1 ya Heres Hidûd Dilêr Ferzende Zêbarî yê PDK’yî tê kirin.

Hat diyar kirin bi şîrîkatiya Dilêr Ferzende Zêbarî heya niha bi hezaran dar li herêmê hatine birrîn û derbasê bajarê Şirnex ê Bakurê Kurdistanê hatiye kirin.

Li gorî dîmenekî kurt ya ji gundê Hirûrê a ku ajansê parvekiriye jî, jî xuya dibe, rê li rex gundê Hirûrê re tê derbaskirin û di nava daristanê de dar tê birrîn.

Back to top button