Rûsya bi moşekan êrişî Kîevê kir

Hesabên şerekî kin wê li ser xaka Ukrayna were kirin, têk diçin.
Moskow êdî xwe li gorî şereke demdirêj yê li Ukrayna amade dike.
Di dema vê yekê dike jî hemû deverên xaka Ukrayna ji bo xwe dike armanca êrişan.
Îro artêşa Rûsya bi moşekan êrişî Kîevê kir.
Serokê şaredariya Kîevê ragihand ku 5 kes birîndar bûne û kesên di bin kavilan de mayî hene.
Hemwextî vê Wezîrê Parastinê yê Rûsya Şoygu serdana herêmên Kîev yên artêşa wan ew kontrol kirîye, kir.

Roj, hefte û meh derbas bûn lê ya xuya dike şerê Ukrayna wê xwe li salê bide.

Di demekê ku êrişên Rûsya yên li ser Ukrayna meha 4’an jî derbas kir de, artêşa Rûsya îro saetên siharê careke din bi moşekan êrişî paytexta Ukrayna Kîevê kir.

Hat ragihandin ku serê sibê saet di 06:30 de li bajêr dengê 4 teqînan hatin bihîstin û sîrenên êrîşa hewayî nîv saetê lê dane.

Şaredarê Kîevê Vitali Klichko di daxuyaniya xwe ya li ser Telegramê de ragihand ku li herêma Şevçenkîvskî gelek teqîn çêbûn û ambûlans û tîmên rizgarkirinê çûne cihê bûyerê.

Tîmên rizgarkirinê li cihê bûyerê dest bi derxistina birîndaran ji bin avahiyên hilweşiyayî kirin.

Kliçkoyê yê serdana cihê bûyerê kirî diyar kir ku di bin xirbeyan de mirov hene û keçeke 7 salî jî ji binê xirbeyan hatiye derxistin.

Kliçko anî izman ku armanc ji êrişê tirsandina Ukrayniyane.

Parlamenterekî Ukraynî jî ragihand ku 14 moşek li paytextê ketine.

Avahiya bûyî armanca êrişan 9 qatî bû.

Herî dawî êrişa mîna vê di 5’ê Hezîranê de li dijî paytextê pêk hatibû.

Artêşa Rûsya bajarê Severodontesk bi giştî kontrol kir

Di vê navberê de, hêzên Rûsî jî hewl didin ku xaka dawî ya li herêma Lûhanskê kontrol bikin.

Hat ragihandin ku Rûsyayê doh bajarê Severodonetsk ê li rojhilatê Ukraynayê û kargeheke kîmyewî ya ku bi sedan leşker û sivîlên Ukraynayê tê de xwe veşartibûn, girtine.

Hemwextî wê heman rojê artêşa Rûsya bi moşekan dehan herêmên cuda yên Ukrayna kirin armanc.

Ev herêm ji bo kontrolkirina herêma Donbasê xwedî stratejiyek girînge.

Bi girtina Lysychanskê re, êdî artêşa Rûsya hemû herêmên parêzgehê wê kontrol bike.

Sergey Şoygu li nav xaka Ukrayna ye

Tevî van pêşketinên artêşa Rûsya, Wezîrê Parastinê yê wî welatî Sergey Şoygu serdana herêmên ku hatine kontrolkirin kir.

Şoygu li wir diyarî da leşkerên Rûsî.

Back to top button