Ji ber çalakiyên protestoyî jiyana rojane li Ekwadorê sekinî

Li Ekwadorê krîza aborî jiyan tevizand.
Çalakiyên piştî 2 hefteyan jiyana rojane ya li welat da rawesntandin.
Di xwepêşandanên veguherîn tundiyê de, heta niha 5 kes hatine kuştin.

Bihabûna nirxê pêdiviyên jiyanî ya di asta cîhanî de nerazîbûnên tund li Amerîkaya Latîn bi xwere daye avakirin.

Du hefteye buhayê sotemenî û xurekê ji nişka ve zêde dibe.

Lewma jî çalakiyên şermezarkirinê destpê kirin.

Van çalakiyan kirin ku jiyan li Ekwadorê bisekine.

Xwepêşandêran rê girtin, agir berdan wesayitan û kevir avêtin.

Di dema çalakiyan de herî kêm 5 kes hatin kuştin.

Polîs jî bi rojane gazên ku çavan dişewitîne bi kar tînin.

Hate ragihandin ku 12 polîs jî birîndar bûne.

Li gorî Enstîtuya Statîstîkan a Ekvadorê, di dema şewbê de bêkarî zêde bû.

Rêjeya Ekwadoriyên ku bi rengekî qeyidkirî dixebitin tenê ji sedî 33.2 ye.

Çalakger dibêjin, ne tenê xizan divê barê krîzê ji aliyê hemû şêniyên Ekwadorê ve bê hilgirtin.

Back to top button