KCDK-E: BILA HER KES 29’Ê HEZÎRANÊ TEVLÎ MEŞÊN LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ BIBE

Dîwana Hevserokatiya KCDK-Ewropa, derbarê dagirkeriya dewleta Tirk a Başûrê Kurdistanê de daxuyaniyek da û li dijî dagirkeriyê banga bilindkirina têkoşîn û tevlîbûna meşên 29’ê mehê li her kesî kir.

Di daxuyaniya KCDK-Ewropayê de weha tê gotin:

Hukumeta faşîst a AKP-MHP’ê, bê navber polîtîkayên xwe yên li dijî Kurd û Kurdistanê didomîne.

Hewl didin destketiyên gelê Kurd ên bi berdêlên giranbiha hatine bidestxistin ji holê rakin.

Dixwaze vê yekê jî bi destê PDK’ê pêk bîne.

Yê ku li hemberî vê hişmendî û kiryarê nebe xwedî helwesta neteweyî, hevparê dagirkeriyê ye.

Bêdengiya hikumeta herêmê, Iraqê û ya hêzên navnetewî nayê qebûl kirin.

Ev bêdengî rê li ber êrîşên dewleta Tirk vedike.

Di serî de gelê başûr Kurdistanê divê her kes asta têkoşînê bilind bike.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-Ewropa bi vê bangê bi dawî kir:

Li dijî dagikeriya Tirkiyê bang li her kesî dikin ku 29’ê Hezîranê biherikin qadan û li Ewropa, Kanada, Awûstralya û Japonyayê, bi giyana seferberiyê tevlî meşên li dijî dagirkeriyê bibin.

Leave a Reply

Back to top button