Jinên di nava partiyên siyasî yên Meclisa Sûriya Demokratîk de panelek lidarxistin

Li Qamişlo bi sernava “Gefên dewleta tirk ên ji bo dagirkirina xaka Sûriyê” panêla jinên partiyên siyasî yên Meclisa Sûriya Demokratîk MSD hat lidar xistin.

Partiyên Jin ên Siyasî yên di nava Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê- Jin de, li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê panêlek li dar xist.

Nûnerên 17 partiyên siysî yên jin, rêxistin, ofîs û navendên lêkolînê yên jinan ên ji pêkhateya ereb û kurd tevlî panêlê bûn..

Panêl bi dirûşma ‘gefên Tirkiyê yê dagirkirina xaka Sûrî’ li hola civînanan a MSD`ê ya li bajarê Qamişlo pêk hat.

Panêl li ser du beşan hatine bi rêvebirin..

Di beşa yekê ya panêlê de, gef û êrişên dewleta Tirk yên dagirkirina herêmê, têkiliya dewleta Tirk bi DAIŞ û komîn cîhadî re..

Her wiha rola tirkiyê di kurkirina aloziya li Sûrî û metirsiya dagirkirina tevahî xaka Sûrî hate nîqaşkirin.

Di beşa duyam a panêlê de jî li dijî êrişên dewleta Tirk Stratîjeya bersivdanê..

Rola pastiyên siyasî yên jin, di parastina jin û zarokan di warê Siyasî û hiqûqî ji êrişê dagirkeriya Tirkiyê.

Her wiha çawaniya xurtkirina hevgirtina jinan da ku projeya xwe ya demokratîk biparêzin.

Panêl bi nirxandin û peyamên giring dewam kir…

Back to top button