QSD’Ê MECLISA LEŞKERÎ YA BAJÊRÊ SERÊKANIYÊ RAGIHAND

QSD`ê li bajarê Serêkaniyê ya kantona Hesekê, bi merasîmekê avakirina Meclisa Leşkerî ya bajêr ragihand.

Di merasîma ragihandinê de, sedan şervanên YPG, û YPJ, QSD û dehan endam, rêveberiyên navendan û saziyên sivîl li bajêr amade bûn.

Merasîm bi toraneke leşkerî dest pê kir.

Her wiha daxuyaniyek ji aliyê şêwermendê Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê Nordem Serêkaniyê ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Armanca van hêzan parastina gelên herêmê ji gefên hundirîn û derve ye.

Li ser vî esasî Meclisa Leşkerî li herêma Serêkaniyê hat ragihandin.”

Hevserokê Şaredariya Gel a Serêkaniyê û bi navê Meclisa navçeya Serêkaniyê axaftin hat kirin û Meclisa Leşkerî li Rêber Ocalan û şehîdan hat pîrozkirin.

Leave a Reply

Back to top button