Leşkerên Tirk bi ser gundên navçeya Geverê de girtin li 20 kesan dan û birin herêma operasyonê

Leşkerên Tirk li navçeya Geverê gund bomberan kirin li 20 kesên ku di nava wan de zarok û kesên temen mezin hene dane.

Leşkerên artêşa Tirk di bin navê operasyonê de li derdora gundên Şîşemzîn, Xurekana Seyîda û Xurekana Temo yên navçeya Gevera Colemêrgê tevgera xwe didomînin.

Hate diyarkirin ku leşkeran dema serdegirtina gund de zarokekî 8 salî û jinên temen mezin jî di nav de herî kêm 20 ji malên wan derxistine û ew binçav kirine..

Şivanên ji gundê Şî-şemzîn jî li nava zozanên herêmê hatine binçavkirin û leşkerên artêşa Tirk gef li wan xwarine..

Gundê Şî-şemzînê ku hêj di bin dorpêça leşkeran de ye, ketin û derketin şêniyan hatiye qedexekirin.

Back to top button